Bi hatina meha remezanê re, li Batmanê bazara navendê jî geş bû. Welatî diçin bazara li navenda bajêr hat avakirin û li vir fêkî û sebze dikirin.
Esnaf ji danûstandinê û welatî jî ji bihaya wan memnûn in.
Serokê Kooperatîfa Kefaletê ya Esnafan Şevkî Taş diyar kir ku ji bo li wir bihaya fêkî û sebze zêde nîne, di meha remezanê de bazara navendê geştir bû û danûsitandin jî zêdetir bû.
Taş destnîşan kir ku ji Mêrdîn, Heskîf û gundên der û dorê berên baş tînin bazarê û wiha got: "Esnaf berên ku ji van herêman tînin, serê sibê zû li ser dezgehên xwe rêz dikin. Bihaya sebze û fêkiyan jî zêde nîne. Ji bo vê yekê welatiyên herêmê hemû tên vê bazarê."
Mehmet Kalayciyê ku bi salan e ku di bazarê de dixebite wiha axivî: "Berên herêmî tenê li bazara Elî Tewşo tên firotin. Ji bo vê yekê welatî di meha remezanê de tên vê bazarê. Di bazarê de ji bilî fêkî û sebze mirîşkên gundan û mast jî tên firtotin."
Bazara ku di meha remezanê de zehf qelebalix e, heta fitarê vekiriye û welatî danûsitandinê dikin.