Qedexeya li ser kurdî piştî ku rabû, li herêma Rojhilatê Başûrê Anadoluyê gel niha agahiyên dînê xwe bi zaraveyê kurmancî û zazakî hîn dibin.
Heta demekê li Tirkiyeyê bi kurdî xeberdan, xwe parastin û perwerdehî qedexe bû. Piştî ku li Tirkiyeyê di qada demokratîkbûn û azadiyê mafên mirovan de gavên nû hatin avêtin û qedexeyên li ser xebat û weşanên ziman û lehçeyên din jî hatin rakirin. Bi vê jî rê vebû ku bi zimanê xwe xizmeta dîn bikin.
Bi saya vê xebatê niha li Rojhilatê Başûrê Anadoluyê xutbe û wez bi kurdî tên dayîn û li ser xeta "Elo Fetwa"yê jî xizmet bi herdu zaraveyên kurdî bi kurmancî û zazakî tê dayîn.
Mele û muezîn û wezîfedarên dîn ji ber ku êdî dikarin bi zimanê zikmakî xizmetê bidin kêfxweş in.
Li hin mizgeftên herêmê xutbe him bi tirkî him jî bi kurdî tê dayîn.
Miftiyê Diyarbekirê Abdurrahim Aytaç diyar kir ku welatî ji ber wez, xutbe û xizmetên din ên ku bi kurdî tên dayîn razî ne û ev yek li xweşa wan diçe û wiha pê de çû: "Ziman jî ji ayetên Xwedê ye. Ji welatiyan re bi zimanê wan xizmetkirin wezîfeya me ye. Di vê meseleyê de em niha serfiraz in."
Miftîtiya Şirnexê di 510 mizgeftî de wez û xutbeyan bi kurdî û tirkî dide. Ji bilî Şirnexê li Batman, Mêrdîn û bajarên din jî xizmet bi zimanê zikmakî yê welatiyan tê dayîn.