Serokatiya Karên Diyanetê li ser eleqeya zêde ya welatiyên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê biryar da ku 20 hezar meala Qur'ana Pîroz a Kurmancî çap bike.
Meala Qur'ana Pîroz a ku Serokatiya Karên Diyanetê cara ewil weşand rastî eleqeyeke mezin hat û çapa wê nema. Serokatiyê di serî de 10 hezar meala Qur'ana Pîroz çap kiribû. Hem welatiyan hem jî miftîtiyan gelekî xwestin ku meala Qur'ana Pîroz a Kurmancî ji nû ve bê çapkirin û li ser vê yekê biryar hat dayîn ku 20 hezarên din jî bên çapkirin.
Midûrê Giştî yê Weşanên Dînî Dr. Yuksel Salman daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku hemû mealên kurmancî yên ku şandibûn Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê neman.
Salman qal kir ku Serokatiya Karên Diyanetê ser vê eleqeya mezin biryar hat dayîn ku 20 hezar mealên din ên kurmancî bên çapkirin û got "Dê di nav demeke gelekî kurt de bigihêje destê gel."
Salman got welatiyên li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê zimanê mealê gelekî sade û fêhmbar dîtin û da zanîn ku welatî kêfxweşiya xwe radigihînin miftîtiyên navçe û bajaran.
Salman diyar kir heke welatî piştî vê ji nû ve bixwazin dibe ku çapên nû yên meala kurmancî bên kirin.