Li Qulpa navçeya Diyarbekirê 200 jinên kursiyer ên ku di kursên cuda de perwerde dibînin çûn geşt û gera Mêrdînê.
Weqfa Alîkarî û Hevkariya Civakî ya Qaymeqamtiya Qulpê tevî Wezareta Polîtîkayên Malbatî û Civakî di çarçoveya projeyên Navenda Piştgiriya Malbatê de ji bo 200 jinên kursiyer ên ku di kursên cuda de perwerde dibînin geşt û gera Mêrdînê li dar xistin.
Kursiyerên ku bi 12 otobêsan va ji Qulpê derketin, ewil li Tirba Sultan Şêxmûs a Mêrdînê hinekî bêhn vedan û dû re li Keşîşxaneya Deyrulzeferanê, Keşîşxaneya Mor Gabrîelê, Dêra Kirklarê, Dêra Yaqûb a Binefş, Çarsiya Birewaq û xaniyên Mêrdînê geriyan.
Midûrê Weqfa Alîkarî û Hevkariya Civakî Sînan Buluttekin der heqê geşt û gerê de daxuyanî da û got ji bo ku jinên Qulpî bi xwe bawer bin ew hewl didin û dixebitin.
Buluttekin destnîşan kir ku wan di çarçoveya projeyê de di warên cuda cuda de çendîn kurs vekirin û geşt û gera Mêrdînê jî di nava vê projeyê de ye û wiha pê de çû:
"Herçiqas em li herêmê dijîn, lê dîsa jî gelek hevalên me yên jin li deverên dîrokî yên herêmê negeriyane. Bi saya vê projeyê me ev derfet da 200 hevalên me yên jin. Gozergeha geşt û gera me Qulp, Midyad, Ava Spî û Mêrdîn bû û em li mekanên kevin û dîrokî yên li ser vê gozergehê geriyan."
Jinên kursiyer ên ku beşdarî geşt û gerê bûn kêfxweşiya xwe ya ji ber geşt û gerê anîn ziman û spasiya kesên ku keda wan çêbû kirin.