Li Kiziltepeya (Qoser) navçeya Mêrdînê cotkar û pale di bin germahiya ku digihîje 40 dereceyan de dixebitin û rojiyê digrin.
Li Deşta Qoserê piştî çandina genim gilgil hat ajotin. Cotkar û paleyên ku gilgil ajotin, di meha remezanê de him rojiyê digrin him jî di hewaya germ de dixebitin.
Mûvaffak Muhammedê sûriyeyî ku di zeviyê de dixebite got ku ew ji Hasekiya bajarê Sûriyê hatiye herêmê û herçiqas hewa germ be jî mecbûre ku bixebite.
Mustafa Yûsûfogluyê cotkar got ku ew ji gundê Alakûşê ye û ji bo ku dema ajotina gilgil e ew mecbûr in ku li ber hewaya germ bixebitin.
Yûsûfoglu got: "Îsal em nêzî 20 saetan rojiyê digrin. Ya rast ev zehf zorê dide me. Lê em debara xwe bi vê dikin û em mecbûrî ji bo nanê xwe dixebitin. Derfeteke me ya din tune ye."
Celal Yûsûfogluyê cotkar jî wiha axivî: "Divê em gilgil biajon. Di vê demê de rojek jî ji bo me bi qîmet e. Divê em di demê de biajon. Em him rojiyê digrin û him jî di zeviyê de dixebitin. Niha bala xwe bidin Deşta Qoserê hemû cotkar dixebitin."