Li Rojhilatê Anadoluyê germahiya di ser asta demsalê da dê bidome
Erzurum
Tê texmînkirin, li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li 7 parêzgehan germahiya di ser asta demsalê da dê bidome.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê kêm ewrayî û sayî be.
Li herêma ku germahî dê di ser asta demsalê da be, ba jî dê ji başûr û rojavayê başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Agirî, Qers û Erdexanê 10, li Erziromê 13, li Tuncelî û Erzinganê 17 û li Îdirê jî 20 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde Îdirê 39, li Tuncelî û Erzinganê 34, li Agirî û Qersê 33 û her wiha li Erzirom û Erdexanê jî 31 pile be.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.