Bajarê Mêrdînê yê kozmopolît ê ku niştecihiya çandên cuda dike û her ku diçe di warê tûrîzmê de stêrka wî dibiriqe, bi pêvajoya çareseriyê dixwaze ku îsal 500 hezar tûrîstî bike mazûvan.
Mêrdîna ku di van salên dawîn de bû yek ji navendên cazîbeyê bi mizgeft, medrese, dêr û xaniyên xwe yên neqişkirî ve hersal bala zêdetir tûrîstan dikşîne.
Mûdirê Çand û Tûrîzma Bajêr Alaadîn Aydin di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir hejmara tûrîstên ku li Mêrdînê man 400 hezar e û bi tevî tûrîstên ku di nava rojekê de hatin û çûn ve ev hejmar digîje milyonekê û wiha domand:
"Bi otêlên nû ve her ku diçe kapasîteya me ya mazûvankirina tûrîstan zêde dibe. Hedefa me ew e ku em rekora xwe ya par jî derbas bikin. Me ji bo îsal wekî hedef 500 hezar tûrîst kifş kir. Di nava atmosfereke aram de ez bawer im ku em ê bikaribin bigehîjin vê reqamê."
- "Hejmara ciyan têrê nake"
Serokê Komeleya Tûrîzm û Otêlvanên Mêrdînê Ozgur Azad Gungor jî diyar kir fîrmayên ku ji bo herêmê ger û geştên tûrîtîk organîze dikin bêtir bala xwe didin Mêrdînê.
Gungor balkişand ku hejmara ciyên otêlên li Mêrdînê 5 hezar û 500 in û ji ber vê ew dixwazin ku sezona turîzmê ji 5 mehan derxînin 12 mehan.
Gungor destnîşan kir kur ew bi banga çekdanînê ve hêviya bêtir tûrîstî dikin û wiha xeberda: "Ji bo mayînê 5 hezar û 500 cih kapasîteya me heye. Heger li ser vê axê hizûr hebe, 15 hezar cih jî dê têra telebê neke. Heger li herêmê aşitî, biratî û aramî were avakirin dê di 12 mehên salê de jî otêlên dagirtî bin."
Gungor balkişand ku Mêrdîn bajarê çand û baweriyê ye û wiha diyar kir: "Ziman, dîn û nijada wî her çi dibe bila bibe, dema ku kesek hat vir dê li vir perçeyek ji xwe jî bibîne."
Yek ji peywirdarê Keşîşxaneya Deyrûlzeferanê Îshak Baygit jî destnîşan kir ku di nava hefteyekê de biqasî 3 hezar kes seredana keşîşxaneyê dike.