TBMM
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrdînê Erol Dora ji bo talûkeya qirkirina xelkê asûrî û siryanî rû bi rû ne diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) û hêzên koalîsyonê di serî de divê hêzên demokratîk û raya giştî dest bi tevgerê bikin.
Dora bi komek parlementerên HDPyê re civîna çapemeniyê li dar xist û destnîşan kir ku ev nêzî hefteyekê ye DÎŞI li Iraq û Sûriyeyê dîsa dest bi qirkirin, revandin û êrîşên xwe yên li ser xelkê asûrî û siryanî kir.
Parlementerê Mêrdînê êrîşa ku DÎŞIyê di 23yê sibatê de bir ser gundên asûrî yên li keviya Çemê Xabûra ser Hesekeyê ye bi bîr xist û ragihand ku ji bo rizgarkirina gundan çekdarên YPG, asûrî û siryaniyan bi DÎŞIyê re şer dikin.
Dora got ku di êrîşên DÎŞIyê yên ku bir ser Til Hirmis, Til Şamîram, Kabre Şamiye û Til Xebîşa gundên bajaroka Til Tamarê de ji sivîl û çekdarên siryaniyan 10 kes mirin, dêrek û gelek xanî hatin şewitandin û nêzî 35 gundên herêma Xabûrê jî hatin valakirin.
Parlementer ragihand ku ji gundên hatin valakirin 3 hezarî zêdetir kes reviyan, xwe spartin gundên Heseke û Qamişloyê hejmara kesên ku reviyan jî ji 4 hezarî zêdetir e, jin û zarok jî di nav de 90 kes bi destê DÎŞIyê hatin revandin.
Dora bal kişand ser şer û pevçûnên ku bi salan e li Sûriye û Iraqê didomin û îdia kir ku di wan şeran de xelkên asûrî, keldanî û siryanî wek hedef tên hilbijartin, di encama êrîşan de ji wan bi sedan kes tên kuştin û ji 100 hezarî zêdetir meriv jî ji mecbûrî koç kirin.
Dora got ku di qirkirina li hemberî xelkê asûrî, siryanî û keldaniyan tên kirin de Iraq, Sûriye welatên cîran, DYA, NY û welatên YEyê deng dernaxin.
Şer û pevçûnên ku li Rojhilata Navîn diqewimin mijara sereke ya civîna Dora bû û Dora axaftina xwe wiha domand: "Lazim e ku terîfa jenosîdê bê guhertin. Li hemberî talûkeya qirkirina xelkê asûrî û siryanî NY û hêzên koalîsyonê di serî de divê hêzên demokratîk û raya giştî çalak be."