KERKÛK
Li Kerkûkê 100 tirkmenên şiî perwerdeya leşkerî dîtin û wê bi koma Heşdî Şabiyê ra li dijî DÎŞIyê şer bikin.
Hêzên Heşdî Şabiyê yên ku li nêzî nehiyeya Tazexurmatuya ku 20 kîlomêtro li başûrê Kerkûkê ne, 15 roj perwerdeya leşkerî dan tirkmenên dildar. Digel vê perwerdeya koma ku ji 100 kesan pêk tê temam bû.
Berdevkê Heşdî Şabiyê yê Kerkûkê Îrfan Ebdul Huseyîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku perwerdeya emilandina çekan, qada şer û paqijkirina teqemeniyan dan û wiha xeberda: "Li Kerkûk, Tazexurmatu, Beşir, Dakûk, Tuzxurmatu, Amîrlî û el-Qaîmê hêzên me hene û em hewl didin herêmên di destê DÎŞIyê da rizgar bikin."
Fermandarê el-Qaîmê yê Heşdî Şabiyê Zekî Muradli jî destnîşan kir ku yên perwerde dîtin ji tirkmenên dildar ên şiî pêk tên. Muradli diyar kir dildarên tirkmen sonda "cîhad"ê xwarin û wê li dijî DÎŞIyê êrîşên berfireh bikin.