KERKÛK
Li bajarê Kerkûkê yê Iraqê yê ku nava rojê germ ji 45 pileyan dibore, welatî piştî fitarê ji bo eyda remezanê derdikevin danûstendinê.
Li Kerkûka ku tirkman, ereb û kurd ligel hev dijîn ji ber rojî û germbûna hewayê piraniya welatiyan nava rojê ji xaniyên xwe an jî ji kargehên xwe dernakevin. Kolanên Kerkûkê bi bêdengiya xwe bal dikşînin. Piraniya dikan û kargehan jî girtî ne. Lêbelê li dû fitarê bêdengiya kolanên Kerkûkê cihê xwe dide çûn û hatin û lebateke xurt.
Kerkûkiyên ku bilez amadehiyên xwe yên ji bo eydê dewam dikin, heya paşîvê li derva dimînin. Kerkûkî paşîvê li xwaringehên esnafan dixwin û ji bo danûstendinê jî zêdetir Bazara Mezin û Sûka Bajêr tercih dikin.
- Krîza aboriyê tesîra xwe li ser danûstendina eydê heye
Qeyrana aboriyê li Kerkûkê bandor li danûstendina cejnê jî kir. Memûrên ku meaşên wan nayên dayîn, ji ber kêmbûna budçeya wan di danûstendina eydê de bêtir baldar in.
Esnaf Mumîn Sadettîn destnîşan kir ku wan zem danenî ser berheman û wiha xeberda: "Digel vê welatî dibêjin ku pir biha ne. Bi taybetî jî karmendên ku nikarin meaşên xwe bistînin, kêmtir danûstendinê dikin."
Esnafê Bazara Mezin Abdulmelîk Reşît jî diyar kir ku ew bêtir cureyên mîna şêrînahî, loqim û çerez difiroşin.
Esnafê Sûka Bajêr Mahmût Şevket jî bal kişand ku ew nava rojê dikanên xwe digrin û êvarkî vedikin û herwisa heta paşîvê vekirî dimînin.
Soran Evdilkerîmê xelkê Kerkûkê ji ber bihayê zêde gilî û gazincan dike.