Hat ragihandin ku pêşmergeyan ji bo ku gundên girêdayî navçeya Dakukê ya başûrê Kerkûkê ji destê milîtanên DAEŞê xilas bikin, operasyon dan destpêkirin.
Li gor agahiyan pêşmergeyan serê sibê pê ve kozikên DAEŞê bombe kirin. Armanca operasyonê ew e ku gundên Wahde, Seîd, Kadîsiye û Xalidê yên navçeya Dakukê ji destê DAEŞê bên xilaskirin. Hêzên koalîsyonê jî bi balafirên şer ve piştgiriyê didin pêşmergeyan.
Ev gund nêzîkî rêya Kerkûk û Bexdayê ne û her roj bi hezaran mirov ji vê rêyê diçin û tên. Ji ber vê jî girîng e.
Piştî ku artêşa Iraqê ji Kerkûk û Misûlê vekişiya navçeya Dakukê kete destê pêşmergeyan. Milîsên şiî û hêzên pêşmergeyan operasyon kiribûn û 30 gundên Kerkûkê ji destê DAEŞê xilas kiribûn.