Li Washigtona paytextê DYAyê bi hezaran kesî Cejna Newrozê pîroz kir.
Kesên xwestin ku Newrozê pîroz bikin li Parka John Carlyle Square ya li Alexandriaya girêdayî eyaleta Virginaya nêzî Washingtone kom bûn.
Beşdarvan bi zarokên xwe re li ber tava ku piştî berfa ku demek dirêj barî derket, kêf kirin û stranên ku qala Newrozê dikin gotin. Di çalakiyê de dansên herêmî hatin kirin, bi xalî, berhemên hunerî yên dîtbarî û xwarinên herêmî yên welatên ku Newrozê pîroz dikin, pêşkêşî hat kirin.
Elî Ezîziyê 24 salî yê ku beşdarî pîrozbahiyan bû got "Digel ku em ji mala xwe gelekî dûr in jî dîsa pîrozkirina Newrozê gelekî xweş e."