Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got ku qedera kesên ku piştgiriyê didin rêxistina DAEŞê jî wê bibe wek qedera milîtanan.
Serok Barzanî li herêma Sîheleyê bi serokên êşîrên navçeyên Rabîa Zummarê yên Misûlê re hat bal hev û li wir daxuyaniyek da. Barzanî wiha axivî: "Qedera kesên ku piştgiriyê didin rêxistina DAEŞê wê bibe wek qedera milîtanan. Yên ku alîkariya îstixbaratê didin û alîkariyê didin ku rêxistin pêş ve here re bersîveke me ya cuda wê hebe. Ez di vê mijarê de eşkere û zelal diaxivim û divê hûn jî wiha tevbigerin."
Barzanî got ku dijminên wan pir in û wiha dewam kir: "Di pêşerojê de dibe ku rêxistineke wek DAEŞê derkeve û divê em li hember hemûyan amade bin. Dijminên me pir in. Ji ber vê jî heke em bi hev re tevbigerin tu kes nikare me têk bibe."
Serok Barzanî got ku ew şaş û metel dimîne ku mirov hê çawa beşdarî DAEŞê dibin û wiha axivî: "DAEŞê qebra pêxember, mizgeftan û cihên pîroz jî xirab kir. Ez şaş û metel dimînim ku çawa mirov hê beşdarî vê rêxistinê dibin. Mirov çawa piştgiriyê dide rêxistineke ku qebra pêxember xirab dike. Ji ber vê em ê tu caran destûr nedin ku sûcdar vegerin herêmê. Ji bo herêmên din ên di destê wan de ye bên xilaskirin, çi ji destê me tê em ê bikin."
Serokên eşîran ên ji Misûlê jî spasiya pêşmergeyan û Barzanî kirin. Serokan daxuyandin ku ji ber êrîşên DAEŞê li Zummar, Tilkef, Rabîa, Sînun û Şingalê avahî xirab bûn, pire û rê hatin teqandin. Serokan got ku divê li hember rêxistinê divê her kes bi hev re tevbigerin.