Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî şerê di navbera PKK û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) de şermezar kir û wiha xeberda: "Herêma Kurdistanê meydana ku hûn li wir hesabên xwe yên siyasî bikin nîne. Divê hemû bi vê yekê baş zanibin."
Barzanî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku ew ê destûrê nedin ku axa Herêma Kurdistanê bibe meydana tesfiyeyên siyasî.
Barzanî got ku ew şerê di navbera PKK û PDKÎyê de "bitundî şermezar" dike û wiha qise kir: "Ez bangî her du aliyan dikim, bila pirsgirêkên di nava xwe de ewqas mezin nekin. Bila arîşeyan bi rêyên wek diyalog, xweşbînî û mizakereyan ve çareser bikin. Divê Hikûmeta Kurdistanê jî ji bo rawestandina pevçûnên di navbera wan de hewl bide û dawî li şer bîne."
Serokê HKIyê Barzanî got ku ew şerê ku niha tê kirin şerê "xwekujiyê" ye û wiha pê de çû:
"Ev pevçûn ji bo Kurdan wekî xwekujiyê ye. Xêra vî şerî ji aliyekê re jî tune ye. Xêra vî şerî ne ji partiyan re ne jî ji gel re heye. Min berê jî gotibû divê şerê di nav kurdan de tê kirin bê heramkirin. Ez niha cardin dûbare dikim. Divê kurd şerê hevdu nekin. Her du alî jî bi berpirsiyarî tevbigerin. Ji ber van pevçûnan hizûra gelê Kurdistanê xirab dibe û hêviyên gel qels dibin."