Bi pêvajoya çareseriyê re qedexeya ser herêmên ku di salên borî de ji ber bûyerên terorî hatibûn qedexekirin rabû û gelê herêmê niha diçe li wan herêma geşt û gerê.
Li Tûnceliyê, komeke welatî çûn gundê ku di sala 1990an de hatibû valakirin û li vir geriyan.
60 ji endamên Koma Gerokên Dersimê, çûn Dereliya gundê ser navçeya Pertekê geşt û gerê û li ser pirreya dîrokî ya Dereliyê seyran kir.
Muxtarê gundê Dereliyê Kudret Han ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku piştî ewqas salan ev cara ewil e ku komeke bi vî qasî qelebalix ji bo geşt û gerê tê herêmê û wiha xeberda: "Em aştî û biratiyê dixwazin. Em dixwazin hemû însanên ku ji gundên xwe koç kiribûn vegerin gundê xwe. Daxwaza me ew e ku hemû gelên herêmê di nav aramî û bi hestên biratiyê bi hev re bijîn."
Han destnîşan kir ku xeznegeran zirar daye pirreya dîrokî ya li gundê wan û ew dixwazin ev pirre bê restorekirin.
-"Bi pêvajoya çareseriyê re hejmara gerokên ku herêmê ziyaret dikin zêde bû"
Malîk Kayayê wênekêş û serokê komê got ku ew nêzî 6 salan e ku tên li deverên Tûnceliyê digerin.
Kaya got ku ev cara ewil e ku komeke bi vî qasî qelebalix tê herêmê ziyaret dike û wiha dewam kir: "Bi pêvajoya çareseriyê re hejmara kesên ku beşdarî geşt û gerên me bûn zêde bû. Em hêvî dikin ku pêvajo bigihîje encameke baş û ji welat û derveyî welêt jî turîst bên herêma me ziyaret bikin. Cografya me vê heq dike."
Bîrgul Gerçeka ji komê jî got ku cografyaya Tûnceliyê ji hêla dîrokê ve balkêş û dewlemend e û xwezaya wê jî zehf xweş e.
Gerçekê got ku heke pêvajoya çareseriyê bi awayekî erênî bi dawî bibe dê ne tenê ji Tirkiyeyê ji derveyî welêt jî gelek turîstên bên herêmê ziyaret bikin.