Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Entabê li Tesîsa Hewînê ya Konbajar a Îslahiyeyê xitabî penaberên ji Sûriyeyê kir.
Erdogan di axaftina xwe de bi erebî got ku "Cejna we ya Qurbanê pîroz be, Xwedê cejnên bi dilê me bike nesîb."
Serokomar Erdogan xitabî penaberan kir û wiha got: "Kî çi dibêje bila bibêje, hûn ji bo me ne bar in."
Erdogan di axaftina xwe de bangî Rojavayê kir û wiha got: "Ez bangî Rojavayê dikim. Bi bombebarandina ji hewayê ve ev pirsgirêk çareser nabin. Rêxistina terorê ya DÎŞIyê derketiye holê û ev rêxistin li Sûriyeyê bi hêz bû. Li ser navê Xwedê 'Allahuekber' dibêjin û kesên ku dibêjin 'Allahuekber' dikujin. Misilman misilmanan wiha dikujin? Tenê bi bombebarandina ji hewayê ve pirsgirêka terorê çareser nabe. Divê ji bejayê ve jî bi yên ku li dijî terorê têkoşînê didin re hevkarî were kirin."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser Turbeya Şah Suleyman û wiha axivî: "Li vir, li Îslahiyeyê cardin bangî dinyayê dikim. Tirkiyeyê çav bernedaya axa dewletên din. Tirkiye li hember hemû êrîş û gefan amade ye. TBMMyê ji bo salekê destûr daye hikûmet û hêzên çekdar. Divê were zanîn ku li dijî Turbeya Şah Suleyman êrîş were kirin em ê bersiv bidin û bila gumana kesî jê nebe."
Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser DÎŞI û PKKyê û wiha axivî: "Tirkiye çawa li dijî DÎŞIyê ye, wisa jî li dijî PKKyê ye. Em li vê herêmê aramiyê dixwazin."
Serokomar Erdogan der barê Kobanêyê de jî wiha axivî: "Niha dema em dinhêrin yên ku der heqê Kobanêyê de diaxivin, li dijî tezkereyê derdikevin û him jî Kobanêyê dikin amûrê siyaseyata navxweyî ya Tirkiyeyê. Pêvajoya çareseriyê û Kobanêyê dikin amûrê şantajê."