Cinazeyê Havva Kesera (75) xûşka Abdullah Ocalanê ku di Girtîgeha Îmraliyê de girtî ye, hat definkirin.
Cinazeyê Keserê ji nexweşxaneyeke taybet wergirtin û birin mala wê ya li taxa Yakapinara navçeya Yuregirê. Piştre jî cinazeyê Keserê li Goristana Yakapinarê hat definkirin.
Ji xeynî nas û xizmên Keserê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Emîne Ayna, Cîgirseroka Koma HDPyê Pervîn Buldan, Parlementerê HDPyê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu û welatî beşdarî merasima definkirinê bûn.