Welatiyan li hin bajaran bi hinceta êrîşên rêxistina DÎŞIyê çalakyên bêdestûr li dar xistin.
Li Îzmirê welatî bi bi banga HDPê ve derketin kolanan û li kolana Alsancakê civiyan. Komê li vê derê DÎŞI protesto kir û bi dirûşmeyan ve meşiya.
Di dema meşê de hin kesên rûpêçayî êrîşî bankeyan kirin û camên wan şikênandin.
Xêncî vê li Îzmira Berê jî çalakiyên bêdestûr hatin lidarxistin û li vê derê jî çalakvanan camên otobêsan şikenandin.
Li Esenyurta navçeya Stenbolê jî komekê çalakiya bêdestûr li dar xist. çalakvanên ji komê bi molotofan ve otobêsek û 4 texsî şewitandin. Erebe bi ava TOMAyê va hatin temirandin.
Li Enqereyê jî komek mirov li kolana Sakaryayê civiya û çalakiya rûniştinê kirin. Komê agir vêxist û êrîşên DÎŞI şermezar kir.
- Li Edeneyê 2 kes birîndar bûn
Li Edeneyê jî hin welatî li Kuçuk Dîkîliya taxa Seyhanê bi hinceta êrîşên DÎŞIyê ve civiyan. Di vê demê de hin kesên navê wan nediyar gule berî komê dan û di ecamê de 2 kes birîndar bûn.
Birîndar bi erebeyên welatiyan ve rakirin nexweşxaneyan. Hat ragihandin ku rewşa birîndarekî di xetereyê de ye. Çalakvanan piştî vê bûyerê zirar dan dikan û erebeyên hin welatiyan.
Ji hêla din ve li li taxên Daxlioxlu, Şakirpaşa, 19 Mayis û Gulbahçesiyê jî çalakî hatin lidarxistin û polêsan mudaxeleyî van çalakiyan kir.
- Çeneqele
Li Çeneqeleyê hin kesên endamên HDPê li rasta Îskeleyê civiyan. Ekîbên ewlekaiyê tevdîrên ewlehiyê hildan.
Çalakvanan bi tirkî û kurdî slogan avêtin û bûyerên ku li Kobanêyê didomin protesto kirin û mum vêxistin. Çalakiyê 2 seatan dewam kir û çalakvan bê bûyer belav bûn.
- Protestoyên li Sêrt, Şirnex, Mêrdîn û Batmanê
Li Sêrt, Şirnex, Mêrdîn û Batmanê jî welatî civiyan û bi hinceta êrîşên DÎŞIyê çalakî li dar xistin.
Çalakvanên ku li rasta Komarê ya Sêrtê civiyan avahiya Serokatiya Bajêr ya Huda Parê kevir kirin û 3 erebeyên ku li pêşiya avahiyê bûn şewitandin. Li ser vê yekê polêsan bi gaza îsotê û ava tazyîkê ve mudaxeleyî çalakvanan kirin.
Li Batmanê jî Çalakvan li Kolana Turgut Ozal agir berî 2 erebeyan dan û avahiya Serokatiya Bajêr ya Huda Parê kevir kirin. Li ser vê yekê alîgirên partiyê hatin cihê bûyerê û di navbera alîgirên partiyê û çalakvanan de ragêşî derket. Polêsan mudaxeleyî bûyerê kirin û şer derneket.
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê jî komeke rûpêçayî deriyê bankeyekê şikênandin û ketin hundir. Çalakvanan amûrên bankeyê şikênandin û agir berî avahiyê dan. Ekîbên agirkujiyê mudaxeleyî şewatê kirin û vemirandin.
Li Dêrika navçeya Mêrdînê jî çalakvanan deriyê avahiya Serokatiya Navçeyê ya Huda Parê şikênandin û ketin hundir paşê jî agir berî avahiyê dan.
Li Sîlopiya navçeya Sêrtê jî çalakvanên rûpêçayî agir berî du şaxên bankeyan dan.
- Mûş
Li Muşê jî hin welatî li ser medyaya civakî organize bûn, li kolana Îstasyonê civiyan û ji xaçerêya Karayollariyê ber bi navenda bajêr meşiyan. Hêzên ewlekariyê li rê barîkat çêkirin û nehîştin ku çalakvan bimeşin.
Li ser vê yekê çalakvanan kolana Îstasyonê ji trafîkê re girtin û zirar dan hin dikanan. Çalakvanan kevir avêtin polêsan, polêsan jî bi gaza îsotê û ava tazyîk ve mudaxeleyî çalakvanan kirin.
Piştî mudaxeleyê çalakvan di nav kûçeyan de belav bûn.
Çalakvanan jî der û dor belabelayî kirin û zirar dan dikanan paşê jî camên avahiya Midûriyeta Werziş û Xizmetên Civanan a Bajêr şikenandin û agir berî marketeke li ser kolanê dan.