QAHÎRE
Alîgirên Mursî, li ber avahiyên ewlehiyê û qanalan, dijî derbeya eskerî çalakî li dar xist.
Çalakvanên ku rastî mudaxeleya hêzên ewlehiyê hatin pişt re ber bi Qerargeha Muhafizên Komarê ku lê 84 kes di 8 tîrmehê de dema ku nimêja serê sibê dikirin hatibûn kuştin, meşiyan.
Li bajarê Mansûraya Misrê çalakvanên ku derbe protesto kirin, rastî êrîşa biçek hatin. Di êrîşa biçek de zarokek û 4 jin mirin.
Hat diyarkirin ku li bajarê El Arîşê, kesên ku nasnameyên wan neeşkere êrîş li dar xistin. Di êrîşê de 3 kes mirin, kesek jî birîndar bû.
Yekîtiya Afrîkayê endamtiya Misrê betal kir
Berdevkê Wezreta Karên Derve yê Misrê Bedr Abdulatî der barê betalkirina endamtiyê de got em vê yekê qebûl nakin. Misir ji bo biryar ji nû ve bê nirxandin, dixwaze 6 nûnerên xwe yên taybet bişîne Yekîtiya Afrîkayê.
Her wiha berdevkê artêşa Misrê Serheng Ahmed Muhemed Alî, îdiayên 'Wezîrê Parastinê û Sererkan Abdulfettah es-Sîsî, di hilbijartina dê were de namzetiya xwe dayne' derewand.