ERBÎL
Sekreterê Giştî yê Partiya Azadiyê ya Suriyê Mustafa Cuma derbarê palîtîkayên PYDê de axivî û hin rexnêyên xwe anîn ziman. Cuma diyar kir ku heke PYD bi muxalîfan re şer bike û bi rejîma beas re tevbigere, dibe ku ev ji bo kurdan bibe felaketeke nû.
Cumayê ku xebatên xwe yên sîyasî li Hewlêrê didomîne, der barê şerê navbera Artêşa Azad a Suriyê û PYDê ji Nûçegihanê AAyê re axivî. Cuma got: " Herêmeke xweser a kurdan li vir nabe. Lewra rejîm bi hemû saziyên xwe ve hê li wir e. Niha hêzên rejîmê li Qamişlo ne. Wê demê em çawa dikarin bibêjin herêm azad bûye? PYD, niha bi rêjîmê re tevdigere. Dibe ku ev yek kurdan bi felaketekê re rûbirû bihêle. Lewra bajaran kurdan azad nebûne."
Cuma, da zanîn ku PYD bi serê xwe tevdigere û partiyên kurd yên din ne di nav vî karî de ne. Cuma wiha dewam kir: "Konseya Neteweyî ya Kurd di vê mijarê de tu biryar nedaye. Konseyê biryar dabû ku hemû kurd bi hev re tevbigerin. PYD li gorî vê biryarê tevnagere. Em dixwazin ku Kurd li suriyê bi pergalake federal bighîjin mafên xwe. Lê PYD wisa nafikire. Ev helwesteke partîzan e ne helwesteke neteweyî ye."
Cuma bihêzkirina PYDê wek projeya Esed bi nav kir û wiha pê de çû: "Esed, berê ev biryar dabû. Lewra Esed, ji bo avakirina dewleta Nusayriyan zemînekê amade dike. Kurd, nikarin piştî ew qas talankirin, xerakirin û kuştinan bi Esed re li hev bikin. PYD, dixwaze xweseriyê îlan bike lê fêdeya vê yekê ji kurdan re tûne ye. Di vê dema ku em ji bo mafên kurdan bi muxalefeta Suriyê re hevdîtinan pêk tînin de, helwesta PYDê ne rast e."