Hat ragihandin ku firokeya ertêşa Sûriyeyê li herêma Kerm Beykê li taxa Tariq Babê êrîşî mizgefta Îbad er Rehman û wergehekê kir û 15 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîl wergirt, firokeya artêşê li herêma Kerm Beyka di destê mixalifan de bi bombeya warêlê di dema nimêja terawîhê de êrîş kir û hat destnîşankirin ku di êrîşê de 15 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn.
Wek mayîn hat diyarkirin ku 10 kes jî di bin kavilên malên li nêzê mizgeftê de mane.
Rayedar diyar dikin ku rejim li mizgeft, rawestgeh û sûkan ku gel lê dicivin êrîşan pêk tîne.
Do jî firokeyeke artêşa Sûriyeyê li taxa Me'adiya Helebê di dema fitarê de bombeya warêlê avêtibû û di êrîşê de 8 kes miribûn, 7 kes birîndar bûbûn û 17 kes jî di bin kavilan de mabûn.