Hat ragihandin ku kontrola bajarokê Eyn Îssa yê li bakûrê bajarê Reqqayê dest guherand û ji DAEŞê dîsa derbasî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bû.
Berdevkê YPGya hêza çekdar a PYDyê Rêdûr Xelîl di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku di encama pevçûnên ku 48 saet dewam kirin de wan îro ber esrê kontrola bajarokê li bakûrê Reqqayê yê li nêzî Tûgaya 93yemîn kir destê xwe.
Xelîl diyar kir ku wan ewil gundên li derûdora bajarok stend û wiha xeberda: "Yekîneyên me aniha di nava Eyn Îssayê de ne. Me kontrol bi temamî kir destê xwe. Em lêkolîn dikin ka gelo di nava bajarok de milîtanên DAEŞê mane an na."
Ji hêla din aktîvîst Ehmed Ebû Farûq jî îdia kir ku li Eyn Îssayê pevçûn hê jî didomin û ji bo bidestxistina Eyn Îssayê PYDyê biqasî 2 hezar kesî ve êrîş kir.