Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî got ku "Ev erdnîgarî (Çiyayê Qendîlê) Herêma Kurdistana Iraqê ye. Qada siyasî ya PKKyê jî Herêma Kurdistana Iraqê nîne, Tirkiye ye. Dema ku pirsgirêkên bi Tirkiyeyê re hatin çareserkirin dê kesên ku vir dimînin jî vegerin malên xwe"
Barzanî piştî ku birêvebirên Partiya Demokrat a Beytûn -Nehreyn a Xiristiyan a li Hewlêrê re hevdîtin kir civîna çapemeniyê kir. Barzanî got piştî ku DAEŞa rêxistina terorê Mûsil bi dest xist welatiyên xiristiyan û êzdî rastî "bobelatên mezin" hatin.
Barzanî da zanîn ku di civînê de li ser pirsgirêkên welatiyên xiristiyan jî sekinîn û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em wek herêma Kurdistanê axivîn ka gelo em dikarin çawa bêtir arîkariya welatiyên xwe bikin. Me rêyên çareseriyê yên pirsgirêkên van hêmananan nirxandin. Xiristiyan li herêma Kurdistanê mêvan nînin xwediyê malê ne. Em ji bo vê yekê çi bikeve ser milê me dê bikin. Ji bo ku ew kesên derketine derveyî welêt vegerin mal û axa xwe çi ji destê me bê em ê texsîr nekin."
-"Statuya PKKyê ya li herêma Kurdistanê mêvantî ye"
Rojnamevanekî gotinên Misteşarê Ajansa Ewlehiyê ya HKIYê Mesrûr Barzanî yên wekî "Ev der xaka Iraqê ye û PKK divê ji vir derkeve" pirsî. Barzanî li ser vê yekê wiha axivî:
"Wek partiyên siyasî, hikûmet û hêmanên din berê her tiştê girîngiya me û qada me ya xebatê herêma Kurdistana Iraqê ye. Ev erdnîgarî (Çiyayê Qendîlê) Herêma Kurdistana Iraqê ye. Qada siyasî ya PKKyê jî Herêma Kurdistana Iraqê nîne, Tirkiye ye. Ew jî di hemû îdiayên xwe de dibêjin ku pirsgirêka wan bi Tirkiyeyê re ye. Dîsa dibêjin ku dixwazin ku bi Tirkiyeyê re muzakereyê bikin û pirsgirêkên xwe bi wî awayî çareser bikin. Ez dixwazim ku bi awayekî teqez vê bibêjim: Statuya PKKyê ya li herêma Kurdistanê mêvantî ye. Bi salan e ku PKK vir wek mêvan ma. Me jî ew wek mêvan qebûl kirin. Bêguman dê rojekê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Dema ku pirsgirêkên bi Tirkiyeyê re hatin çareserkirin dê kesên ku vir dimînin jî vegerin malên xwe. Ez hêvî dikim ku pirsgirêk bi Enqereyê re bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Daxwaza me ji bo vê yekê ye."
Mesrûr Barzanî hevpeyvîn dabû malpera Al-Monîtorê û li ser pirsa "Hûn der barê hebûna PKKyê ya li Qendîlê de çi dibêjin?" gotibû ku "Ev der axa Iraqê ye û divê ji vir derkevin. Yek ji sedemên ku em dixwazin ku pêvajoya çareseriyê ya bi kurdên Tirkiyeyê re bi ser bikeve ev e."