Lawikê Sûriyeyî yê 14 salî yê ku di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de bavê wî mir û ew jî ji herdu lingên xwe bû, mendîlan difiroşe û pê debara malbata xwe dike.
Mehmet Îbrahîm du sal berê li Helebê di bombardimana firokeyên şer ên girêdayî Bişar Esed de bi awayekî birîndar ji bin xaniyê wan ê rûxandî hat derxistin û li nexweşxaneyê herdu piyên wî jêkirin. Îbrahîmê ku di bombardimanê de bavê wî mir digel dê û 3 xwîşk û birayên xwe wekî penaber hatin Tirkiyeyê.
Mehmet Îbrahîm debara malbata ku li Rihayê bi cih bûn derdixe. Zarokê Sûriyeyî yên ku protez kirin şûna lingên wî yên jêkirî, li ser kolanan mendîlan difiroşe.
Îbrahîm di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ji ber ku xwîşk û birayên wî piçûk in, ew li debara malbata xwe derdixe.
Îbrahîm got ku ew di rojê de serhev 10 lîre qezenc dike û wiha xeberda: "Meşa bi gopalan zehmet e, lê dîsa jî ez rojê qedera kîlomêtroyekî dimeşim. Ez bi pereyê ku ji firotina mendîlan qezenc dikim, li malbata xwe mêze dikim. Pereyê ku ez qezenc dikim têrê nake, lê kesên xêrxwaz alîkariya me dike."