BERLÎN
Sazî û dezgehên misilman, ji bo êrîşên terorî yên li Parîsê û dijminiya ku li dijî Îslamê tê kirin şermezar bikin, li Berlîna Almanyayê dê çalakiya protestokirinê li dar bixin. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û endamên hikûmetê jî wê beşdar bibin.
Alîkarê Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Georg Streîter li Navenda Çapemeniyê ya Federal daxuyanî da û diyar kir, Serokwezîra Almanyayê Merkel jî dê beşdarî çalakiya ku bi destê Civaka Tirkên li Almanyayê (TGB) û Konseya Navendê ya Misilmanan (ZMD) tê lidarxistin bibe. Çalakî sibê li ber Deriyê Brandenbûrgê sibê di saet 18.00an de dê bê kirin. Alîkarê Serokwezîr Sîgmar Gabrîel û hin wezîrên din jî dê beşdarî çalakiyê bibin.
Bi organîzasyona ku ji hêla TGB û ZMDyê ve tê birêvebirin ve, tê xwestin ku êrîşên terorî yên li Parîsê qewimîn, nijadperestî û dijminahiya ku li dijî Îslamê zêde dibe bê şermezarkirin.