Kolînda Grabar Kîtarovîça ku di tura duyemîn a hilbijartina serokomariyê de bi ser ket û li gor encamên nefermî bû Serokomara Hirvatîstanê got: "Em ê bi hevdû re Hirvatîstanê ji nav qeyranê derxin. Ji bo vê em ji xwe bawer dikin."
Di hilbijartina serokomariyê ya ku hat kirin de li gor encamên nefermî ev cara ewile ku jinek wek serokomar hat hilbijartin. Li Hirvatîstanê di hilbijartina serokomariyê de di tura duyemîn de Kolînda Grabar Kîtarovîç bi ser ket û hilbijartinê qezenc kir.
Kîtarovîç piştî hilbijartinê xeberda û diyar kir ku wê hilbijarinê ji bo hemû Hirvatîstanê qezenc kir.
Serokomara nû destnîşan kir ku dema ew ji hêla Yekîtiya Demokrat a Hirvatan (YDH) ve wek namzed hat nîşandan gelek kesan jê re gotiye ku di hilbijartinê de tu yê bisernekevî û wiha dewam kir: "Lê ez paşve gav navêjim. Ez ê ji bo Hirvatîstanê jî bi vî awayî bixebitim. Ez ê nehêlim ku tu kes bibêje Hirvatîstan nikare bibe welatekî ku rewşa wê baş e. Ez soz didim we ku Hirvatîstan dê bibe ji welatên herî baş û pêşveçûyî yên Yekîtiya Ewropayê yek."
Piştî tura duyemîn a hilbijartinê ya serokomariyê ku hat kirin, li gor encamên nefermî ji sedî 50,43 ray para Kîtarovîçê bû û wek serokomar hat hilbijartin.