Li Erziromê bûk û zavayê ku daweta wan di roja hilbijartinê de ye beriya ku daweta xwe bikin, çûn rayên xwe dan.
Li bajêr rayavêtinê di saet 08.00an de dest pê kir. Li navçeya Palandokenê Fîgen û Numan Şenolê ku îro daweta wan e jî çûn Lîseya Kazim Karabekîrê ya Pîşesazî û Teknîkê ya Anadoluyê û rayên xwe dan.
Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî bûk û zava dan.
Fîgen Şenolê ji nûçegihanê AAyê re got ku ji ber ku daweta wan di roja hilbijartinê de ye ew pir kêfxweş in û wiha axivî: "Me raya xwe da, em ê ji vir jî herin cihê daweta xwe. Min bi bûkaniya xwe ve ray da, ez pir kêfxweş im."
Numan Şenol jî wiha axivî: "Daweta bavê min jî di roja hilbijartinê de bûye, ya me jî. Em dixwazin li Tirkiyeyê bila îstikrar qezenc bike, bila li ser xêrê be."
Bûk û zava piştî hilbijartinê çûn cihê dawetê.