Li Qraltiya Yekîtiyê ji bo hilbijartina 650 parlementerên Parlementoya Îngilîzan dengdayînê dest pê kir. Dengdayîn li gor saeta herêmî wê heta 22.00yî (li gor saeta Tirkiyeyê heta 00.00î) dewam bike.
Li Îngilistan, Îskoçya, Galler û Îrlandaya Bakûr nêzî 42 milyon dengdêr wê li ser sindoqên ku li dêr û dibisatanan hatine datîn wê ray biavêjin. Wisa tê texmînkirin ku encamên hilbijartinê heta sibe şeveqê wê eşkere bibe.
Li piraniya Îngilistanê jî di heman demê de hilbijartina herêmî jî heye û ji ber vê yekê jî hejmartina dengan wê piçek hêdî bimeşe.
Dengdêrên li Qraltiya Yekîtiyê dikarin ji ser rêya postayê jî dengên xwe bidin û ji sedî 20ê dengdêran beriya îro dengên xwe bi rêya postayê ve dabûn.
-Girîngiya partiyên siyasî yên biçûk-
Di sehîkirinên hatin kirin de wisa tê texmînkirin ku li welêt wê tu partî nikaribe bi tena serê xwe hikûmetê ava bike. Lewra ji bo avakirina hikûmetê herî kêm 326 parlementer hewce dike.
Li gor ankêtan pêşbaziya avakirina hikûmetê di navbera Partiya Muhafizekar a lîderê wê Davîd Camerone û Partiya Karkeran a ku lîderê wê jî Ed Mîlîband e de wê derbas bibe.
Di ankêtên ku herî dawîn hatin kirin de Partiya Muhafizekar ji sedî 34, Partiya Karkeran ji sedî 33, Partiya Serbixwe ya Qraltiya Yekîtiyê (UKIP) ji sedî 14, Partiya Demokrat ji sedî 8 û Partiya Kesk jî ji sedî 5 ray hildabûn.