MELBOURNE
Welatiyên Tirkiyeyê yên ku li Awistiralyayê dijîn ji bo hilbijartina gişkî îro dest bi dengdayînê kirin. Ji ber ferqa di navbera saetê da yên ku herî pêşiyê rayên xwe avêtin welatiyên li Awistiralyayê ne.
Dengdayîna li welêt li Balyozxaneya Kanberrayê û serkonsolosxaneyên Melbourn û Sîdneyê dest pê kir.
Raya ewil Melahat Ozkanê li sandiqa ku li Serkonsolosxaneya Melbournê hat vekirin avêt. Melahat Ozkan şebeqê zû hat pêşiya serkonsolosxaneyê û daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku zehf kelecanî ye û wiha got: "Hilbijartin ji bo welat, gel û dewleta me bi ra bi xêr be. Ev cara ewil e ku ez li Awistiralyayê raya xwe diavêjim, kelecanî me."
Ozkanê wiha got: "Wek hemû welatiyan ez jî dixwazim ku ji bo welatê me bi xêr be. Înşaellah ji îro şûnda jî welatê rojên baş bijî."
Li gor saeta herêmî dengdayînê di saet 10.00î da dest pê kir û yê hetanî 19.00î dewam bike. Welatiyên ku li dervayî welêt in yê hetanî 31ê adarê rayên xwe biavêjin.