LONDRA
Di hilbijaritna ku li Îngiltereyê hat kirin da li nîvê 650 herêman encam eşkere bûn.
Li 325 herêmên ku ray hatin jimartin Partiya Kedkaran 135, Partiya Mihefezeker 114, Partiya Neteweyî ya Îskoç 50, Partiya Demokratîk a Lîberal 6, Partiya Serbixwe ya Qiraltiya Yekbûyî parlementerek û partiyên din jî 19 parlementer derxistin.
Li Îngiltere, Îskoçya, Galler û Îrlandaya Bakur 42 milyon hilbijêr do çûbûn ser sandiqê û rayên xwe avêtibûn. Piştî tamambûna dengdayînê anketên sandiqan hatibûn eşkerekirin û li gor ankêtan Partiya Mihefezeker 316 parlamenter Partiya Karkeran 239 parlementer qezenc kiribûn.
Heke encama hilbijartinê li gor ankêtan derkeve Partiya Mihefezeker ew ê hikûmeta kêmjimar ava bike yan jî ji bo avakirina hikûmeta koalisyonê bi partiyên din ra têkeve bazarê. Li welêt ji bo ku partiyek bi serê xwe bibe hikûmet divê ji 650 parlementerî herî kêm 326 parlementeran bistîne. Encama fermî yê îro nîvro şûnda piştî ku rayjimartina li bajarên mezin temam be bê eşkerekirin.