Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan li Keçîorena navçeya Enqereyê, li Dibistana Çîzmeciyê di sandoqa 1159emîn de raya xwe dan.
Akdogan wiha got: "Hilbijartin ji bilî wezîfeya welatîyê, êdî bû wezîfeya welatparêziyê. Îro înşallah her kesê wê di nav aramiyê de îradeya xwe nîşan bide."
Jina wî Aslihan Akdogan jî dema ku raya xwe avêt got bila li ser xêrê be.
Akdogan dema ji dibistanê derket daxuyanî da rojnamevanan û wiha axivî: "Ya rast hilbijartin ji bilî wezîfeya welatîyê, êdî bû wezîfeya welatparêziyê. Îro înşallah her kesê wê di nav aramiyê de îradeya xwe nîşan bide. Di demokrasiyê de gel çi bêbeje ew dibe. Îro jî roj roja gotina gel e. Înşallah gel yê di sandoqê de biaxive."