Li Hong Kongê serê mehê piştî ku qadên çalakiyan hatin valakirin, çalakvan dîsa li herêma Mong Kokê civiyan û 37 çalakvan hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya polêsan 11 kes jê jin 37 kesên ku emrê wan di navbera 13 û 76an da diguhere hatin binçavkirin. Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin çalakvanan li herêma Mong Kokê 5 kolan girtin û guh nedan hişyariya polêsan ku qadan vala bikin.
Do jî 12 çalakvanên ku li herêmê civiyan û li dijî hikûmetê çalakî kirin hatin binçavkirin.
Hatibû diyarkirin ku di sala 2017an da li Hong Kongê wê hilbijartin bê kirin û gelê bajêr serokê xwe hilbijêre û wê namzed jî bi destê komiteyeke berfireh bihata eşkerekirin. Li ser vê xwendekarên ji Hong Kongê ji bo ku bi xwe namzedên xwe eşkere bikin dest bi çalakiyan kiribûn.
Li herêmê di çalakiyên ku di 28ê îlonê da dest pê kirin da bûyer derketin û di bûyeran da 518 kes birîndar bûbûn. Di çalakiyan da heta niha nêzî hezar çalakvan bi destê polêsan hatin binçavkirin.