Li Okyanûsa Hindê di sala 2004an de erdhejeka bi lerza 9,1ê qewimî û piştî wê jî tsûnamî rabû. Erdhej û tsûnamiyên ku 10 sal berê qewimîbûn li Asyaya Başûr, herî kêm 10 welat xistin bin tesîra xwe û li wan welatan bûn sedema mirina nêzî 230 hezar însanî.
Li giştiyê Asyayê ji bo kesên ku di felaketê de mirin merasimên dînî hatin lidarxistin û li peravên ku tsûnamî lê rabûbû jî merasimên bîranînê hatin kirin.
Endonezya, Tayland, Srî Lanka, Hindistan di serî de li welatên din ên herêmê merasim hatin kirin û kesên ku ji bobelatê xelas bûbûn, rayedarên hikûmetan, dîplomat û eqrebayên kesên ku ji ber bobelatê miribûn jî beşdarî merasiman bûn. Wisa tê plankirin, tam di seate ku tsûnamî rabûbû û bûbû sedema bobelateke mezin de li gelek derên dinyayê rêz bê girtin.
Di 26ê Kanûna sala 2004an de di Okyanûsa Hindê de erhejeka bi lerza 9,1ê qewimî û piştî wê jî tsûnamî rabû. Tsûnamiyê zirareke mezin dabû wan welatên ku sînorên wan bi okyanîsê re hene. Di bobelatê de 230 hezar kes mirin û bi sed hezaran kes jî birîndar bûn.