Bi minasebeta 36emîn salvegera bûyerên Meraşê, hêzên ewlehiyê digel tîmên cendirmeyan, li navenda bajêr û ser rêyên ketin û derketinê ya bajêr, tewdîrên ewlehiyê hildan.
Tîmên Midûryeta Ewlehiyê ya Kahramanmaraşê, bi minasebeta salvegera bûyerên ku di sala 1978an de li herêmê qewimîn û di encamê de 103 mirin, tewdîrên ewlehiyê hildan. Hêzên ewlehiyê li ser rêya Adana, Kayserî û Antebê wesayîtên ku dikevin herêmê dan sekinandin û ereme kirin.
Tîmên ewlehiyê nêzî Kapiçamê wesayitek da sekinandin û di encama lêgerînê de, di wesayitê de tifingeke nêçîrê bidest xist. Li ser vê dest bi lêkolînan kirin ku rûhsata tifingê heye an na. Piştî lêkolînê hat tesbîtkirin ku rûhsata tifingê heye û tifingê radestî xwediyê wî kirin.
Li navenda bajêr û Taxa Yorukselîmê ya ku lê bûyer qewimîn hê jî tewdîrên ewlehiyê tên hildan.