ÎZMIR
Li Dîkîliya navçeya Îzmirê erebeyek li ser rêya Îzmir-Çeneqqeleyê ji rê derket û li bariyerên li rexê rê qelibî û derbasî rêya din bû û li erebeyeke ku ji aliyê din ra dihat qelibî û welgeriya. Di qezayê da 6 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li ser rêya Îzmir-Çeneqqeleyê erebeya bi pilaqeya 35 KC 3458 bû û ajokarê wê Fatîh Koru bû li bariyerên li rexê rê qelibî û derbasî rêya din bû û li erebeya bi pilaqeya 10 KF 729 bû ya ku ji aliyê din ra dihat qelibî û welgeriya.
Di qezayê da Fatîh Kuru, Alî Ekmel Çelebîoglu û Zeynep Karaca û 3 kesên ku nasnameya wan hê nayên zanîn mirin.
Hatîce Serpîl Çelebîogluya ku birîndar bû jî bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bergamayê.
Ji ber qezayê rê ji trafîkê ra hat girtin.