Li Helebçe, Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Kerkûkê ji bo bîranîna şehidan hin merasim hatin lidarxistin. Bi minasebeta 26emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) merasimên bîranînê hatin lidarxistin. Welatiyên Herêma Kurdistanê ji bo şehîdên Helebçeyê di saet 11.00an de 5 deqîqe li ser piya rêz girtin. Di van deqîqeyan de rê jî ji çûnûhatinê re hat girtin û gel ji wesayitên xwe peya bûn û dia kirin. Gel di van deqîqeyan de dest ji kar berda û ji bo şehîdan rêz girt. Her wiha gel li ber kar û malên xwe jî ji bo şehîdan rêz girt.
- Birîn ji nû ve kul bûn
Bi hezaran kes ber bi "Bîrdariya Şehidan" ya li Helebçeyê ve meşiyan. Li vir ji bo şehîdan Qurana Pîroz hat xwendin. Piştî 26 salan birîn ji nû ve kul bûn. Kesên ku xizmên wan di êrîşa bibombe ya kîmyewî de mirin, çûn ser gora xizmên xwe û li wir cardin birîna wan jan da û li ser gora wan giriyan. Kesên beşdarî merasimê bûn, kincên reş li xwe kiribûn.
- Ji bo ku Helebçe bû bajar spasiyên xwe pêşkêşî Barzanî kirin
Axaftvanên ku di merasimê de axivîn, bal kişandin li ser îlankirina Bajarê Helebçeyê. Helebçeyî di 26emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê de ji bo îlankirina bajarê Helebçeyê spasiyên xwe pêşkêşî Mesûd Barzanî kirin. Qaymeqamê Helebçeyê Goran Ethem di merasimê de wiha axivî: "Piştî êrîşa bi çekên kîmyewî Helebçe wêran bûbû. Şikir ji Xwedê re di demeke kurt de em ser xwe ve hatin û me dît ku Helebçe wek bajar hat îlankirin."
- Ji bo Helebçeyê lorandin
Bi hezaran însan beşdarî merasima Parka Bajar a Hewlêrê bûn. Komeke muzîkê di merasimê de derket ser dikê û li defê da û ji bo bûyerên ku li Helebçeyê qewimîn lorandin.
Piştre Waliyê Hewlêrê Nevzat Hadî derket ser dikê axivî û got ku Helebçe dişibe Hîroşîma û Nagazakiyê û wiha dewam kir: "Lewra serokê dewletê li dijî gelê xwe ev qetil kir. Bi fermana dîktator Saddam Huseyîn bombe di ser Helebçeyê de hatin barandin. Ji ber vê biryara dermirovahiyê bi hezaran însan mirin. Ev êrîş sucekî giran ê li dijî mirovahiyê ye."
- Qetlîama Helebçeyê
Li bajarê Silêmanî, Dihok û Kerkûkê yên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) jî ji bo Helebçeyê merasimê bîranînê hatin lidarxistin.
Weke ku tê zanîn Qetlîama Helebçeyê di dema şerê Îran û Iraqê de hatibû kirin. Seddam Huseyîn li dijî kurdan bi navê Hereketa Enfalê operasyon dabû destpêkirin û kurd qetil kiribû. Bi fermana Saddam Huseyin ve firokeyên şer ên artêşa Iraqê di 16ê Adara 1988an de bombeyên gaza kîmyewî avêtibûn li ser Helebçeyê. Di bombebaranê de piraniya wan zarok û jin 5 hezar kes şehîd ketibûn û zêdetirî 7 hezar kesî jî birîndar bibû. Bi hezaran însan ji Iraqê revîn û xwe sipartin Îran û Tirkiyeyê. Di pêvajoya revê de jî gelek kes mirin. Pişt re di 19ê tebaxê de di navbera Îran û Iraqê de agirbest hat îmzekirin. 5 roj piştî agirbestê artêşa Iraqê Helebçe paş ve sitand.