BRUKSEL
Hat diyarkirin ku li Eskilstuna bajarê Swêdê şeva din êrîşê mizgeftek din jî kirin.
Polês îro daxuyanî da rojnameya Aftonbladetê û got piştî ku duh nîvro li bajarê Eskilstunayê agir bi mizgeftekî xistin, heman şevê êrîşê mizgeftek din jî kirin.
Polês eşkere kir ku şeva din kesekî ku nasnemeya wî hê jî nehatiye diyarkirin, camên mizgeftekî şikînandin û ev mizgeft gelek nêzî mizgefta ku duh nîvro şewitandine.
Li gor lêkolîna Weqfa Expoyê ya ku li ser nijadperestî û dijminahiya biyaniya a li Swêdê xebatan dike, îsal herî kêm 12 êrîş birin li ser mizgeftên li Swêdê.
Edîtorê Expoyê Danîel Poohl da zanîn kesên ku diçin mizgeftan her dem der barê êrîşan de agahî nadin rayedaran.