BRUKSEL
Agir bi mizgeftekê li bajarê Eskîlstûnayê ya ku dikeve başûrê rojhilatê Swêdê xistin, di şewata ku derket de 5 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di dema agirpêxistinê de 15-20 kes di mizgeftê de bûn.
Di civîna ku ji aliyê polêsan ve hat kirin de, hat eşkerekirin ku di nav 3 saetan de şewatê tefandin û birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Der barê agirpêxistinê de lêpirsîn dan destpêkirin.
Wezîrê Edaletê yê Swêdê Morgan Johannson der barê agirpêxistinê de daxuyaniyek da rojnameya Aftonbladetê û got ku "Ev êrîşeke tirsonek a li ser azadiyên şexsî û dînî ye.Em li Swêdê vê qebûl nakin." Johannson got ku divê wek welat mafên mirovan ên bingehîn biparêzin û li dijî dijminahiya biyaniyan û dijminahiya îslamê derkevin.