ANKARA
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî piştî hevdîtina rûbirû ya bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu û civînên Konseya Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind civîna çapemeniyê ya hevpar kir.
Em dixwazin ku têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re pêş bixin
Îbadî di axaftina xwe ya civînê de diyar kir ji bo ku cardin civînên Konseya Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind bidin destpêkirin li Tirkiyeyê ne. Îbadî got digel Tirkiye û Iraqê ji bo ku berjewendiyên herêmê jî bidin bar çav dixwazin ku van civînan cardin tetbîq bikin û wiha axivî: "Em dixwazin ku di vê heyamê de di hemû qadan de têkiliyên xwe yên dualî yên aborî, vejen, ewlehî û leşkeriyê pêş bixin."
Îbadî bi bîr xist ku li dijî DÎŞIyê koalîsyoneke navneteweyî hat avakirin û di vê çarçoveyê de bi hêzeke ku ji 60 welatî pêk tê li dijî DÎŞIyê têkoşînê didin û bal kişand ku ev rêxistin ne tenê ji bo Iraq û herêmê ji bo hemû cîhanê xetere ye. Îbadî got ku gelê Iraqê û hêzên ewlehiyê li dijî terorîzmê têkoşînê didin û wiha axivî: "Hêzên çekdar ên Iraqê bi hêzên pêşmergeyan re di nav sîstema ewlehiya Iraqê de bi hev re tevdigerin. Di vê çarçoveyê de kontrola DÎŞIyê ya ku ji meha hezîranê pê ve herêmên me dagir dike, kêm kirine. Em niha jî hewl didin ku DÎŞIyê ji nav axa xwe derxînin."
Spasiya Tirkiyeyê
Îbadî ji ber arîkariyên ku Tirkiyeyê ji bo perwerdekirina hêzên ewlehiyê yên Iraqê û xurtkirina hêzên ewlehiyê yên Iraqê da spasiya Tirkiyeyê kir û wiha axivî: "Aboriya me û ewlehiya me hevpar e. Tehdîtên li hember me hevpar in. Em li Iraqê girîngiyê didin ewlehiya Tirkiyeyê. Em destûrê nadin ku tu zirar bigihêje ewlehiya Tirkiyeyê" û got ku "Em destûrê nadin ku tu rêxistineke terorê zirarê bide ewlehiya Tirkiyeyê û ji axa Iraqê li dijî Tirkiyeyê mudaxale bên kirin û em tevî karên navxweyê yên Tirkiyeyê jî nabin."
Ji îbadî pirsîn ka di têkoşîna bi DÎŞIyê re de ji Tirkiyeyê li benda çi ne û Îbadî li ser vê yekê girîngiya hevkariya di navbera du welatan de destnîşan kir. Îbadî da zanîn ku di civînên bi Davutoglu re de "lîsteyên ku di nav de axaftinên der barê leşker, îstixbarat, perwerde û çekan de derbas dibin, hat pêşkêşkirin" û wiha axivî: "Birayên me yên li Tirkiyeyê gotin ku em ji bo piştgiriyê amade ne. Em dikarin hêzên xwe sefereber bikin û bi piştgiriya hemû welatên cînar vê rêxistinê berteref bikin. Em di vê mijarê de spasiya Tirkiyeyê dikin."
Îbadî got ku di tevahiya cîhanê de bi hezaran kesan tevî rêxistinên wekî DÎŞIyê dikin û ji ber vê yekê li dijî terorê hevkariya cîhanî hewce dike û got ku "Em bi welatê cînar Tirkiyeyê re hevkariyê dikin."
Îbadî got ku welat daborîna milîtanên DÎŞIyê hêsan nakin û wiha axivî: "Tirkiye destûrê nade ku şervan ji sînor re derbas bibin. Lê belê nasnameya hin şervanan an ne diyar e an jî nayên nasîn. Bi vî awayî derbas dibin. Ji ber vê yekê em bêtir hewceyî dibînin ku hevkariya îstixbarî bikin."
Îbadî destnîşan kir ku li dijî wê ne ku li Iraq û Sûriyeyê pevçûnên mezhebî derkevin û da zanîn ku di vê mijarê de hewceyî hevkariya cîhanê ne.
Rexneyên eşîrên sunî û komên siyasî yên di mijara têkoşîna bi DÎŞIyê re de yên li ser hikûmetê hatin bibîrxistin. Îbadî li ser vê yekê got ku li hember hemû rexneyan rêz digirin û destê xwe dirêjî hemû eşîran dikin. Îbadî got ku ne mimkûn e ku ji eşîran her kesî bigirin nav hêzên çekdar, tenê şervan û ciwanên wêrek digirin.
Di vejenê de hevkarî
Îbadî destnîşan kir ku mijarên budçeya Iraqê û neftê jî îro li parlementoya Iraqê hatin axaftin û wiha axivî: "Hat rojevê ku nefta Iraqê ji ser axa Tirkiyeyê re derbas bibe û bê lengergeha Ceyhanê û ji wir jî bikeve nav bazara navneteweyî. Em dixwazin ku vê peymanê xurttir bikin û ji ser Tirkiyeyê re vê îxracatê bikin. Ev ji aliyê aboriyê ve li gor berjewendiyên Iraq û Tirkiyeyê ye."
Îbadî destnîşan kir ku gelek girîngiyê didin têkiliyên Tirkiye û Iraqê û got ku "Em dixwazin ku aboriyên Tirkiye û Iraqê baştir bin û pêş bikevin. Em dixwazin ku wek du alî ji bo berjewendiyên her du gelan vê bikin."
Îbadî got ku heke li Iraqê ewlehî pêk bê dê têkilî derkevin asteke hê baştir.