BÎNGOL
Li Zanîngeha Bîngolê (ZB) komekê xwest ku xwepêşandana bêdestûr li dar bixe, lê polês midaxaleyî komê kir.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, nêzî heftêyek berê li zanîngehê di navbera du koman de bûyer derketibûn û bi îdiaya ku hin kesên ku hinek endamên HDPê jî di nav de hatibûn binçavkirin. Serokatiya Bajêr ya HDPê ji bo ku binçavkirinan protesto bike, xwest ku li ber ZByê daxuyaniyê bide çapemeniyê.
Hevserokê Bajêr yê HDPê daxuyanî da û piştî daxuyaniyê komê xwest ku bimeşe, lê polêsan destûr neda. Polêsan bi xaza îsotê û ava tazyîq ve midaxaleyî koma ku xwest bimeşe kir. Komê bi keviran ve bersiv da polêsan û kom derbasî nava zanîngehê bû û li vê derê demekê çalakiya rûniştinê kir.
Hin kesên ku bi xazê ketin, ew bi ambulansan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê.