Seroka Daîreya Têkoşîna Li Dijî Cihêtiyê ya Almanyayê Chrîstîne Ludersê destnîşan kir ku biyaniyên li Almanyayê dijîn di piyaseya kar da wekî almanan xwedî maf nînin û got ku divê ew jî wekî almanan ji heman mafan îstifade bikin.
Ludersê li ofîsa xwe ya li Berlînê der barê pirsgirên biyaniyên ku li Almanyayê dijîn da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Ludersê destnîşan kir ku Almanya di entegrasyonê da pêşva diçe û wiha got: "Ev geşedan girîng e. Heger em xwe wek welatê koçê bi nav dikin divê em li dijî biyaniyên ku tên Almanyayê mûameleyeke baş nîşan bidin."
Ludersê wiha got: "Li Almanyayê koçberên tirk yên ku li Almanyayê bûne û xwedî pasaport in hene. Li vir dixebitin û xwe wek alman dihesibînin. Lê ji ber ku biyanî ne di piyaseya kar da heman mafan bi dest naxin. Divê ev ji holê rabe."
Ludersê diyar kir ku li Dredenê ji 10 hezarî zêdetir kes beşdarî çalakiyên li dijî Îslamê û biyaniyan bûn û wiha got: "Azadiya dîn mafekî ku destûra bingehîn da cî digire ye. Yên ku li serê nîqaş dikin û bi giştî demokrasiya me nîqaş dikin."