Hat ragihandin ku Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî Serokwezîrê Sûriyeyê Waîl Nadir el-Halkiyê ku ji bo temasan li Tehranê ye qebûl kir.
Di daxuyaniya ku ji Serkomariy hat dayîn da hat diyarkirin ku Ruhanî di hevdîtinê da wiha got: "Têkoşîna Sûriyeyê ya li dijî terorê nîşan da ku têkoşîna wan kesên ku bi alîkariya hin kesên din ve didin nikare hikûmeta meşru ya Sûriyeyê ji text peya bike."
Ruhanî destnîşan kir ku gel û artêşa Sûriyeyê 4 salan li dijî kopmlo û şerê mezin têkoşîneke mezin da û wiha axivî: "Îro raya giştî ya dinyayê fehm kir ku artêşa Sûriyeyê li dijî komployên ji derveyî welêt û komên terorîst têkoşînê dide. Pirsgirêka Sûriyeyê yê tenê bi lihevkirin û muzekereyên siyasî ve çareser bibe."
Ruhanî diyar kir temeniya Îranê ew e ku "ji bo îstiqrarê û pêkanîna ewlehiyê dibê penaberên ji Sûriyeyê vegerin welatê xwe", rêwebiriya Tehran û Şamê di vejen, ragihandin, maden û çandiniyê da hevkariya xwe zêde bikin.
Serokwezîrê Sûriyeyê Halkî jî destnîşan kir ku hikûmet û gelê Sûriyeyê ev 4 sal e ku li dijî şerekê zordar têkoşînê didin Îran jî piştgiriyê dide wan, ji bo vê yekê ji Îranê ra sipas dikin.