Obama di serê axaftina xwe ya der barê bûtçeyê ya li Qesra Spî de got ku "Ez bistekê beriya niha bi Serokomarê Îranê Rûhanî re li ser telefonê axivîm."
Obama destnîşan kir ku di axaftinê de, ji bo lihevhatinê li ser bernameya nûkleer ya Îranê sekinîn û got ku min tiştên ku li New Yorkê gotibûn, ji Serokomar Ruhanî re dubare kir û her çiqas dibe ku hin dijwarî derkevin jî bi bawer im ku em ê bigihijîn çareseriyê.
Serokên Îran û DYAyê ji sala 1979an heya niha cara yekem rasterast ketin nav têkiliyê.
Ji birêvebiriya DYAyê Rayedarekî payebilind der barê axaftinê de daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku axaftin di saet 14:30an de çêbû û bi qasî 15 deqîqeyan dom kir.
Rayedar diyar kir ku Obama di serê axaftinê de ji bo serokomariyê Rûhanî pîroz kir. Serokê DYAyê destnîşan kir ku gava mirov li dîroka têkiliyên di navbera her du welatan de dinêre mirov dibîne ku têkilî li ser jê ewlenebûnê hatine avakirin lê da zanîn ku Rûhanî bal kişand li ser gotinên xwe yên New Yorkê û daxuyaniyên xwe yên ku gava bû serokomar heta niha.
Rayedar got Serok Obama diyar kir ji bo ku di çareserkirina mijara nukleer de pêşketin çêbe, em xwedî derfetekê ne û ji bo ku em bikarin ji vê derfetê sûd werbigrin divê em bi wek DYA, Îran û welatên P5+ 1ê bi hev re bixebitin.
Rayeder destnîşan kir ku di piraniya axaftinê de li ser pirsgirêka nûkleer sekinîn û da zanîn ku her du serok jî li hev dikin ku tîm bi îstişara P5+1ê re li ser pirsgirêka nûkleer li hev bikin, bi awayekî lezgîn bixebitin.
Li gor agahiyên ku rayedar dan her du serokan jî wergêr bi kar anîn û hûrgûliyeke balkêş jî ji axaftinê ev e ku di dawiya axaftinê de Rûhanî bi îngîlizî got " roj baş" û Obama jî bi farisî got ku " Xuda hafiz".
Serokomar Abdullah Gul ji bo ku beşdarî Lijneya Giştî ya NYyê bibe hat New Yorkê û beşdarî hin civînan bû. Gul li ser navnîşana xwe ya Twîtterê got ku "Ez ji axaftina Rûhanî û Obama kêfxweş bûm. Min demeke dirêj e dixwast ku têkiliyek bi vî awayî çêbe. Hêvîdar im ku ev yek bibe destpêkeke baş."