Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ku wê peymaneke nîhaî ya ku "lezûbez" rakirina ambargoyên li welatê wî di xwe de nehewîne, îmze nekin.
Rûhanî li Tehranê bi minasebeta pîrozbahiyên 9emîn Roja Nukleerê ya Neteweyî de axivî û wiha got: "Em ê peymaneke nîhaî ya ku hemû ambargoyên li ser Îranê lezûbez raneke, îmze nekin."
Rûhanî di xeberdana xwe de destnîşan kir ku xwediyê rastîn ê serkeftina muzakereyên nukleerê xelkê Îranê bixwe ye.
Di 2yê nîsanê de li Lozana bajarê Swîsreyê Îran û welatên koma 5+1ê yên 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî DYA, Rûsya, Çîn, Brîtanya, Fransa û Almanyayê di muzakereyên li ser bernameya nukleerê ya Îranê de bi hev kiribûn.
Der barê bernameya nukleerê ya Îranê de "pêşnivîsa siyasî" pêk hat û di qonaxa li dû vê de jî dê pêşnivîsa peymanê were nivîsandinê û di 30ê hezîranê de jî dê peymana nîhaî were îmzekirin.
Li Îranê di 9ê Nîsana 2007an de di serdema serokomariya Mehmûd Ehmedînejad de "Roja Nukleerê ya Neteweyî" hatibû îlankirin û hersal bi çalakiyên curbecur tê pîrozkirin.