ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu serdana xwe ya Qatar, Bahreyn û Îranê ya ku ji 4 rojan pêk dihat li ser navnîşana xwe ya twîtterê nirxand. Davutoglu destnîşan kir ku li her sê welatan jî hevdîtinên gelekî girîng kir. Li ser têkiliyên di navbera Îran û Tirkiyeyê sekinî û wiha dewam kir: "Di hevdîtinên roja dawîn birêz Serokomarê Îranê Rûhanî ez qebûl kirim. Min peyamên birêz Serokomarê me jê re got. Min got ku em di 17ê Çileya Paşîn de li benda we ne ku hûn bên Tirkiyeyê.
Davutoglu li ser twîtterê hêviya xwe bi ingilizî jî belav kir û diyar kir ku Hesen Rûhanî ji bo merasima Şebî Arûsê dê bê Tirkiyeyê.
Davutoglu bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf û Serokê Meclisa Îranê Elî Larîcanî re jî hevdîtin kir. Ji bo hevdîtinan Davotoglu got: "Ez wisa hêvî dikim ku piştî lihevkirina nukleerî têkiliyên aborî yên di navbera Tirkiye û Îranê de dê pêşve biçin."