2017 ж. 10 ақпан•Rojanekirin: 2017 ж. 11 ақпан
TAHRAN
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî destnîşan kir ku ji bo geşeya aborî li welêt, pêdivî bi têkoşîna dijî pirsgirêkên civakî heye.
Rûhanî li Qada Azadiyê ya Tehranê beşdarî merasîma pîrozbahiyên 38emîn salvegera damezrîna Komara Îslamî ya Îranê bû û gotarek pêşkêş kir.
Rûhanî goti "Rêyeke dirêj li pêşiya me ye. Em dizanin ku gelê me jiyaneke baştir dixwazin. Ev mafê wan e."
Rûhanî bal kişand ser giringiya têkoşîna dijî gendeliyê û got, "Di civaka me da gelek pirsgirêk hene. Hişbir, bêkarî, zigurdî, xizanî û zêdebûna hevdûberdana jin û mêran. Heger ku em bixwazin di warê aborî da geşe bidin pêdivê em li dijî gendeliyê têbikoşin."

Rûhanî anî ziman ku hinek kesên mêjîpaşmayî li pêşberê azadiyan da asteng in û wiha pê da çû: "Bîrmend, hunermend, talebeyên zanîngehê, jin û kêmnetew, ji bo çalakiyan daxwaza atmosfereke minasib dikin. Ji mêjiyên paşmayî aciz in."