Muhammet Kurşun
10 Sibat 2017•Rojanekirin: 11 Sibat 2017
MOSKOVA
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ragihand ku di mehên hezîran û kanûna 2016an de di navbera rejima Beşşar Esed û grûbên Kurd de bi navbeynkariya Rûsyayê 4 hevdîtin hatine kirin
Lavrov di daxuyaniya xwe ya rojnameya Izvestiya a Rûs de cewaba xeberên li ser hevdîtina grûbên Kurd û rejimê li ser binkeya Himeymîmê da.
Lavrov got Rûsyayê ji bo "parastina yekparçeyiya Sûriyê" di navbera Kurdan û rejimê de navbeynkarî kiriye û di mehên hezîran û kanûna 2016an de di navbera rejima Beşşar Esed û grûbên Kurd de bi navbeynkariya Rûsyayê 4 hevdîtin hatine kirin.
Herwiha Lavrov ragihand ku dema ku rejima Esed hewce dîtiye bi nûnerên Kurd ên siyasî-civakî re û rêxistina terorî YPGê re rasterast an jî nerasteras hevdîtin kirine.
Lavrov herwiha got hevdîtin baş diçin û alî nêzîkî lihevkirinê ne.