21 Îlon 2015•Rojanekirin: 21 Îlon 2015
ANKARA
Hêzên ewlekariyê hezar û 289 qaçaxên ku hewl didan ji sînor derbasbin girtin.
Di daxuyaniya ku li ser malpera Sererkaniyê hat weşandin da hat diyarkirin ku yekîneyên hidûd ên girêdayî Fermandariya Hêzên Beja do hezar û 214 kesên ku hewl didan ji Sûriyeyê derbasî aliyê Tirkiyeyê bibin girtin. Yekîneyên hidudê 11 qaçaxên ku hew didan bi rêyên dereqanûnî ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bibin binçav kirin, li ser sînor 797 karton cigare, 66 serî pez û dewar û 2 kîlo hişbir girtin.
Hêzên ewlekariyê kesekê ku hewl dida ji Îranê derbasî Tirkiyeyê bibe û 7 kesên ku bi rêyên dereqanûnî hewl didan ku ji Yewnenistanê derbasî welêt bibin jî derdest kirin. 52 kesên ku hewl didan herin Yewnenistanê û 4 qaçaxên ku dixwestin derbasî Bulxaristanê bibin girtin.