Li behra Egeyê 157 qaçaxên ku ji rêyen dereqanûn diçûn Mîdîlliya girava Yewnanîstanê hatin girtin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê, tîmên ewlehiya peravê ku xwe li navçeyên Ayvalika Balikesîr û Ayvacika Çanakkaleyê bi cih kiribûn, li Gulpinar, Behramkale, Sîvrîce û geliya Musellimê operasyon li dar xist.
Di operesyonê de 157 qaçaxên ku welatiyên Efxanîstan, Pakîstan, Somalî û Suriyeyê bûn, dema ku bi botan derbasî girava Mîdîlliyê dibûn hatin girtin.