Li Ayvacika navçeya Çanakkaleyê 60 efxanîyên qaçax ên ku dixwestin bi rêyên derqanûnî derkevin derveyê welêt hatin qefaltin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda ji Fermandariya Cendermeyan a Ayvacikê re îxbarek hat ku hin kesên li texma Kendavika Kadirgayê ya gundê Behramkaleyê dixwazin derbasî Girava Mîdîlliya Yewnanistanê bibin.
Li ser vê îxbarê jî ekîbên cendermeyan operasyon bir herêmê û jin û zarok jî di nav de 60 efxaniyên qaçax binçavkir.
Muameleyên fermî yên qaçaxan piştî ku qediyan cendermeyan ew şandin Navenda Paşveşandinê ya Biyaniyan.